Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, mirina têkoşer mamoste Ebdulmejîd Hemo, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Erebî ya Demoqrat, û Emîndarê Giştî yê Alîkar ê berê yê partî ragihand.
Hevbendiyê sersaxiya malbat û dost û hevalên di Partî û di Desteya Hevrêzkariyê ya Hêzên Guhartina Demoqrasî li Sûriyê re dike.
Rayedarê ji nav me barkirî, yê ku temenê xwe di nav rêzên Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Erebî Demoqrasî de qedand, girîngî dida karê netewî û niştimanî, kesayetekî niştimanperwer ê naskirî bû, û ji aliyê asayîşên rijêmê û alavên wê yên ewlekar ve bi awayekî dubare dihate girtin.
Di xebat û têgahên xwe de herdem li kêleka azadiya gel û daxwazên wî di dewleteke sivîl û demoqrat û piralî de bû.
Dilovaniya xweda ji giyanê Bavê Nasir re, û sersaxiyên germ ji xelk û dost û hezkerên wî re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
09 îlon 2020