Daxwiyaniyeke Rojnamevani
Çend roj in agir bi daristanên Laziqiyê, Tertûs, Hema û Humsê ketiye, û bi hezarên hiktaran ji daristan û deviyan dişewitin, û ew bû serdema pêleke derbideriyê di nav xelkê gund û bajarokan de, û vîdyoyên ku çalakvanan belav kirine, beşekî ji bobelata berdewam diyar dike, ya ji encama wê bi hezaran hiktarên daristanan, ji sînorê Tirkiyê ji aliyê bakur de ta bighê sînorê Libnanê li başûr dişewitin.
Pêtên agir rûbereke berfireh ji daristan û zeviyên çandiniyê li deverên Silinfê û Misyaf yên ku wek deverên Sûrî yên hewaya wan herî xweş e naskirî ne, û dîdevan û pisporên ku berê di kartên hikûmetê de xebitîne tekez kirin, ku bêhtirê şewatên li deverê di salên bûrî de peyda bûne çêkirî bûn, ew jî di çarçoveya berdewamiya talan û dizî û gendeliyê bo bercewendiya hejmarek ji şebîha û serdarên mafiya, yên daristanan dişewtînin daku dest deynin ser daristanan ji bo avakirina koşk û vêleyan.
Raporan bal kişand ser ku herweha şewat ji encama bombebarana hêzên rijêmê li ser çiyayên Lazqiyê çêdibin, lê raporin nûjen dibêjin ku dê Sûriya meydana tewan û gendeliyê be, û awayên bêhtir ên talan û dizî û wêrankirinê hebin, her weha guhnedan û rêvebirina xerab û sernekeftina di kêşeyan de, tevî bobelatên li kêlek wan bûyeran nayên guhartin, ger civaka navdewletî berpisyariya xwe derbarê gendeliya çeteyên serberdayî û dûrî yasayê ya li ti sînoran ranaweste hilgire.
Ji Civaka navdewletî û aliyên çalak tê xwestin ku berpisyariyan derbarê tewanên rijêmê dermafê gelê Sûrî û xak û pêşeroja wê hilgirin, her weha derbarê binpêkirinên berdewam ji yasayên navdewletî û biryarên Encûmana Ewlekariyê re ji aliyê rijêm û çete û mafiyayên wê yên di cîbicîkirina pirojeyên gendelî û qaçaxiyê û bazirganiya keresteyên hişbir û pêmayên arkolojî de berdewam e, ta bighê şewitandin û destdanîna ser daristanan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
9 îlon 2020