Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Sûriya ku alfebeya xwe ji mirovatiyê re pêşkêş kiriye, zarokên wê îro derdeseriya bobelata belavbûna nexwendabûnê û rûxandina pirosesa fêrkirinê bi tevaya alavên xwe dikşîne, û bal kişand ku rijêma Esed bi piştgiriya Rûsî û Îranî dibistan ruxandin, û mamoste û xwendekar kuştin û koçber kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de ya di Roja Navdewletî ya Tunekirina Nexwendabûnê yaku di 8 îlonê de ye, got ku gelek ji dewletên cîhanê bi boneya ruhabûna ji nexwendabûnê ahengan lidar dixin, hîn bi milyonan zarokên Sûriyê ji mafê fêrbûnê bêpar in.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hemû hêza xwe kar dike, daku encamên bobelata armanckirina rijêmê ji dibidtanan re û topbarankirin û rûxandina wan hilîne, piştî ku rijêmê mîna armancin leşkerî danûstandin bi xalên fêrkirinê re kir, tewanin belgekirî ne, divê berpirsyarên wan siza bibin.
Û bi boneya roja cîhanî ya parastina fêrkirinê de, ya ku 9 îlonê jê re hatiye destîşankirin, Hevbendiyê got ku ji bilî tewanên rijêm û siponserê wê dermafê fêrkirinê û zarokan, em balê dikşînin ser cenga milîsên PYD ya terrorist dijî sûriyan, ji ber ku rêbazên îdyolocî û tundrewiyê sepandine, di çarçoveya pirojeyên şêwandina çand û dîrok û cografya de, û binpêkirina mafê mirovan bi ferzkirina xwendina li gor çand û şaristaniya xwe.
Û bal kişand ku ew kiryar bûn sedem ku xelkê deverê zarokên xwe neşînin dibistanan, yên gihîştine baweriya ku nexwendin ji fêrbûna îdyolociya nefret û tundrwiyê baştir e.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ketwarê zarokên Sûriyan, tevî yên penaberan û yên di kampan de, ku ew hewcedarî hevkariya saziyên navdewletî û xwecihî û rêxistinên civaka sivîl e, daku kar li ser sitratîciyeke berfireh bikin, ji bo nehiştina nexwendabûnê di nav zarokan de, û ji nû de wan tevlî xwendinê bikin wek gava yekemîn, û paş re kar li ser tunekirina nexwendabûnê li nav tevaya nifşan bi awayekî giştî bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku bisernekeftina di vê pirojê de, tê wateya ku paşeroja bi sedhezaran ji Sûriyan tarî ye, û dê encamên wê bi dirêjiya dehsalên dahatî bobelatî bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî