Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî mixabiniyên xwe anîn ziman, derbarê agirê ku çend roj in bi daristanên Laziqiyê, Tertûs, Hema û Humsê ketiye, û bi hezarên hiktaran ji daristan û deviyan dişewitin, û ew bû sedema pêleke derbideriyê di nav xelkê gund û bajarokan de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, îro çarşemê, got ku dîdevan û pisporên ku berê di kartên hikûmetê de xebitîne tekez kirin ku bêhtirê şewatên li deverê di salên bûrî de peyda bûne çêkirî bûn, ew jî di çarçoveya berdewamiya talan û dizî û gendeliyê bo bercewendiya hejmarek ji şebîha û serdarên mafiya, yên daristanan dişewtînin daku dest deynin ser xakê ji bo avakirina koşk û vêleyan.
Û daxwiyaniya Hevbenditê got ku raporan bal kişand ser ku şewat ji encama bombebarana hêzên rijêmê li ser çiyayên Lazqiyê çêdibin, û pêtên agir rûbereke berfireh ji daristan û zeviyên çandiniyê li deverên Silinfê û Misyaf yên ku wek deverên Sûrî yên hewaya wan herî xweş e naskirî ne.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ku bûyer dibêjin ku dê Sûriya meydana tewan û gendeliya rijêmê be, û awayên bêhtir ên talan û dizî û wêrankirinê peyda bike.
Û daxwiyaniyê diyar kir ku guhnedan û rêvebirina xerab û sernekeftina di kêşeyan de, tevî bobelatên li kêlek wan bûyeran nayên guhartin, ger civaka navdewletî berpisyariya xwe derbarê gendeliya çeteyên serberdayî û dûrî yasayê ya li ti sînoran ranaweste hilgire.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de cext kir ku ji civaka navdewletî û aliyên çalak tê xwestin ku berpisyariyan derbarê tewanên rijêmê dermafê gelê Sûrî û xak û pêşeroja wê hilgirin, her weha derbarê binpêkirinên berdewam ji yasayên navdewletî û biryarên Encûmana Ewlekariyê re ji aliyê rijêmê û çete û mafiyayên wê yên di cîbicîkirina pirojeyên gendelî û qaçaxiyê û bazirganiya keresteyên hişbir û pêmayên arkolojî de berdewam e, ta bighê şewitandin û destdanîna ser daristanan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî