Hikûmeta Sûrî ya Demkî ragihand, ku wê duh sêşemê, hejmarek ji saziyên xizmetguzariyê li gundewarê Helebê di çarçoveya çakkirina ketwarê deverê û bilindkirina asta xizmetkariyê li deverê vekirin.
Û malpera Hikûmeta Sûrî ya Demkî nûçeya vekirina Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdul Rehman Mistefa, belav kir û got ku Serokê Hikûmetê avahiya rêvebiriya tenduristiyê ya Heleba azad li bajarê Marihê vekir, her weha firna Exterîn li gundewarê Helebê vekir.
Û di vekirinê de Wezîrê Berevaniyê Selîm Idrîs, Wezîrê Dadê Dadwer Ebdullah Ebduselam, Wezîrê Darayî û Aboriyê Ebdulhekîm Elmesrî, û Wezîrê Tenduristiyê Meram Elşêx, Emîndarê Giştî yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Berpirsê Têkliyên Derve di Hikûmetê de Yasir Elhecî beşdar bûn, her weha berpirsên Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê û Serok û Endamên Encûmana Parêzgeha Heleba azad û bêhtirê Serokên Encûmanên Xwecihî amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Demkî li beşên avahiya rêvebiriya tenduristî, û avahiya sîstema hawarhatinê û depo û holên rahênanê temaşe kir, û sipasiya karmendên rêvebiriya tenduristî ji bizîşk û desteya peristariyê li ser rola wan ya mezin di rûbirûbûna korona de li deverên rizgarkirî kir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û şandê pêre li beşên firna Exterînê temaşe kir, û pirsa pêdviyên wan ên pêwîst kir, da ji wan re dabîn bike.
Û malpera Hikûmetê got ku firne hewcedariyên 50 hezar kesî dabîn dike, û her rojê derdora 14.000 tûrikên nên derdixe, û giraniya her tûrekî 750 gram e, û bi bihayê lîyreyeke tirkî ye.
Û Abdul Rehman Mistefa, tekez kir ku Hikûmeta demkî di riya pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo bercewendiya welatiyan dixebite, nemaze xizmetkariyên tenduristî û perwerdeyî û yên civakî û aborî, her weha li gorî şiyanên wê yên bedrest, ji bo pêşkêşkirina van xizmetkariyên sereke, û Hikûmet di pileya yekemîn de ji welatiyan re kar dike.
Û bal kişand ku pirojeyên hatine vekirin pirojeyin xizmetkarî ne, û armanc jê pêşxistina aliyê tenduristî ye li bakurê Sûriyê, û dabînkirina xizmetkariyên tenduristî yên pêwîst e, û dabînkirina pêdviyên sereke ji welatiyan re, û afrandina derfetên kar yên nû, da bandor bi rengekî erênî li ketwarê deverên rizgarkirî bibe, û debara jiyanê li wê deverê çak bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî