Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek ji Seroka Rêvebiriya Karê Derve yê Yekîtiya Ewropa bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, Erica Ferrer, birêkir, û tê de daxwaza dabînkirina bexşanan ji xwendekarên Sûrî yên serkeftî di bawernameya duwenavenciyê de re li zankoyên Ewropî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, eşkere kir ku pirsgirêkên xwendekarên Sûrî yên serkeftî hene, nahêlin ku têkevin zanîngehan de, wek bihabûna resmên xwendinê û kêmbûna bexşanên xwendinê ji xwendekaran re, û tekezî li ser pêwîstiya alîkariyê û dana bexşanên xwendinê kir, daku ew xwendekar karibin xwendina xwe berdewam bikin, û di avakirina pêşeroja welatê xwe de beşdar bin.
Û hêvî kir ku xwendekarên Sûrî li her derekê cihê şanazîyê bin, daku serkeftina xwe ya balkêş ji cîhanê tevî re biçespînin, û diyar bikin ku gelê Sûrî xebatkar û xweragir e, hêjayî jiyaneke baştir e, ne wek wê jiyana ku di bin siya hukimdariya rijêma Esed de dijî.
Û sipasî û rêzgirtina xwe ji dewletên Ewropî re li ser pêşwaziya wan ya comerdî ji penaberên Sûrî re pêşkêş kir, her weha li ser berdewamiya piştgiriya wan ji Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî re da hêviyên xwe yên azadî û rûmetê bicî bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî