Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke ji dûrve li gel Endamên Desteya Serokatiyê ya Encûmana Niştimanî ya Kurd lidar xist, û civîn bi awayekî zelal bû, têde nerînên li ser xalên li ser lihev kirine û xalên cihê lihevnekirinê anîn ziman.
Û amadebûyan bi hevre dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin, her weha hejmarek ji pirsên hevbeş û di pêşî de yekîtiya rikberiya Sûrî û çareya siyasî li Sûriyê li ser bingeha biryarên rewaya navdewletî û di serî de biryara 2254, û pêwîstiya veguhestina welêt ji sitemkariyê berve sîstemeke demoqrat û piralî, û destûrekî serdemî yê desthilatan ji hev cuda bike, û serbixwabûna dadweriyê, û azadiyên taybet û giştî, û wekheviya di navbera jin mêran de, û mafên tevaya pêkhatên Sûriyê misoger bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî serokatiya civatê kir, û hejmarek ji Endamên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de amade bûn.
Û ev civîn yek ji civînên rolane yên berdewam e, di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encûmana Niştimanî ya Kurd de, bo xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziyê li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên di nav Desteya Giştî ya Hevbendiyê de.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser hevpariya li gel tevaya pêkhatên gelê Sûrî û nemaze Encûmana Niştimanî ya Kurdî û pêwîstiya xurtkirina rola encûman û beşdariya wê kir, nemaze di Desteya Danûstandinan û Komîteya Destûrî de, û pabendiya bi pêşxistina karê hevbeş, daku alîkar be di rûbirûbûna astengiyên dahatî de.
Ji aliyê xwe ve, Encûmana Niştimanî ya Kurd, tekez kir ku ji destpêka şoreşê de ew bi pirensîpên şoreşê pabend e, û cextî li ser rola xwe ya çalak di Hevbendiya Niştimanî de kir, her weha di Komîteya Destûrî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî de, û ji Hevbendiya Niştimanî daxwaza kar ji bo vegera derbiderên Efrînê û Serê Kaniyê û Til Ebyedê kir, ji ber ku ew rola Hevbendiya Niştimanî xurt dike, û pirensîpa hevpişkiyê diçespîne.
Û amadebûyan pirsgirêk û binpêkirinên ku milîsên PYD bûne sedema rûdana wan li deverên rojhilatê feratê gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya karê bi hevre kirin, ji bo binpêkirinên dermafê sivîlan rawestînin.
Û her weha tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevdîtinên rolane kirin, ji ber giringiya mezin a wan hevdîtinan, û lezbûna bûyeran li Sûriyê bi giştî û rojhilatê Ferêt bi tabetî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî