Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel çalakvana tirkî, Malak Zeyneb Bulut, lidar xist, û li ser helwestên wê yên paqij û balkêş derbarê gelê Sûriyê û li ser helwestên wê di piştgiriya penaberên Sûrî yên li tirkiyê dijîn ew xelat kir.
Û di hevdîtinê de Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Ebdumejid Berekat amade bûn, û sipasiyên xwe ji Bulut re li ser karê wê di xurtkirina biratiya di navbera herdû gelên Sûrî û Tirkî de pêşkêş kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola çalakvan û kesayetên giştî di retkirina derewan de, û di xurtkirina wêneyên rast de, û di veguhêza rastiyan de, û di belavkirina hişyariyê di nav civakê de kir.
Û Serokê Hevbendiyê girîngî da retkirina peyama nijadperest yaku hin kes ji herdû gelên Tirkî û Sûrî li ser media civakî belavdikin, û got ku:”di Hevbendiya Niştimanî de me dest bi helmeteke raghandinê di hundir Tirkiyê de kir, ji bo eşkerekirinên tên xwestin ji raya giştî ya Tirkî re derbarê doza gelê Sûrî”.
Û diyar kir ku hin riklam û nûçeyên şaş li ser Sûriyan li Tirkiyê belav dikin, û hin kes jî wan nûçeyên şaş diweşînin, û bal kişand ku Sûriyên li Tirkiyê bi tevaya rêşûnên yasayî yên girêdayî bi rûniştina wan li Tirkiyê pabend in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî