Yekîneya Piştgiriya Aramiyê ya girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Workşopek li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê wek beşekî ji “Civaka Xwecihî di Pirosesa Siyasî û Destûrî de” lidar xist, û Serokê Hevbeş ê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra beşdar bû.
Û di Workşopê nûnerin sendîke û yekîtiyên zanistî û pîşeyî li deverên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê û nûnerin saziyên civaka sivîl amade bûn.
Û beşdaran di Workşopê de bûyerên gera sêyemîn a karên Komîteya Destûrî ya Sûrî a ku li Cinêvê di 24 heyva bûrî de li dar ketiye berçav kirin, û encamên wê li ser asta pêşketina pirosesa siyasî û cîbicîkirina bi temamî ji biryara 2254 û gihîştina çareya siyasî li welêt gengeşe kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî