Tora Mafên Mirovan ya Sûrî di rapora xwe ya duh çarşemê derketî de, tekez kir ku rijêma Elesed hîn nahêla bi sedan welatiyên Sûrî ji Libnanê vegerin welatê xwe, û got ku rijêmê 62 kes ji yên ji Libnanê vegerîne Sûriyê ji destpêka sala 2020an de girtin an bi kotekî binçav kirin.
Û eşkere kir ku rijêmê kesên ji Libnanê vedigeriyan deverên xwe armanc kirin, û bal kişand ku rijêmê ji wan girtiyan 25 berdan û hîn 37 kes di navendên girêdayî hêzên rijêmê de girtî an binçavkiriyên kotekî ne.
Û raporê got ku rijêma Elesed hin kesên serbest berdane careke din girtine, û rijêmê ew bi zorê xistin nav rêzên hêzên xwe de, ew hêzên ku pîstirîn cûreyên binpêkirinan pêk tînin, û bal kişand ser ku rijêm wan welatiyên Sûriyê yên nikarin 100$ Emrîkî xwirde bikin, ji vegerê mehrûm dike.
Û raporê anî ziman ku rijêmê biryara encûmana ewlekariyê ya 2254 binpê kir, nemze madeya 14 ji biryarê, her weha raporê tekez kir, ku rijêm astengiyê dixe riya vegera penaberan di riya sepandina pereyan re, û di riya pirosesên girtinên kotekî û îşkence û binçavkirina kotekî re.
Û saziya mafnasî daxwaz ji penaberên Sûrî li Libnanê û li cîhanê û yên di hundir Sûriyê de derbider bûne kir, ku venegerin deverên di bin kontirola rijêmê de, rijêma ku ta niha di desthilatê de bi hişmendiyeke hovane berdewam e û cûrbecûr şêweyên binpêkirinan pêk tîne.
Û rapora Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ji Encûmana Ewlekar û Netwên Yekbûyî daxwaza xebatên rasteqîn di cîbicîkirina biryara veguhêza siyasî 2254 di nav xiştekareke demî vebir de û ji 12 heyvan ne zêdetir be kir, daku vegereke ewle û bi rûmet û ji devxwe bo welatiyên Sûrî pêk were.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî