Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro pêncşemê, lidar xist û civat bi xwendina fatîheyê û xuleyeke bê deng li ser giyanê pakrewan D. Ednan Elcasim, yê di dema xebata xwe ya mirovahî di rûbirûbûna vîrosa korona de li deverên rizgarkirî yên gundewarê Helbê canê xwe jidest daye dest pê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, şiroveyek derbarê pêşhatên rewşên meydanî û siyasî û encamên Hevdîtinên Hevbendiyê di hefteya bûrî de lidarxistine pêşkêş kir, û li ser metirsiya rewşên tenduristî li deverên rizgarkirî bi sedema belavbûna vîrosa korona axivî, û tekez kir ku zêdebûneke metirsîdar heye di warê pêketina bi vêrosa korona di rojên vê dawiyê de.
Û amadebûyan li ser girîngiya pêşkêşkirina hin pêşniyar û temîniyan ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Tenduristî re bi kirpandina rêşûnan ji bo rûbirûbûna vîrosa korona lihev kirin.
Û Endamên Desteya Serokatî û Siyasî encamên civînên Hevbendiya Niştimanî li gel Encûmana Niştimanî ya Kurdî derbarê yekîtiya rikberya Sûriyê û nerîna siyasî niştimanî berçav kirin, û tekezî li ser pêwîstiya karê bi hev re li hember astengiyên dahatî.
Û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, rapora Emîdariya Giştî û amadehiyên bo lidarxistina Civata Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî dibin yaku dê di roja şemî û yekşema dahatî de lidarkeve pêşkêş kir, her weha gengeşeya xiştekara xebatên wan civînan.
Û amadebûyan guhartinên awarte yên vê dawîyê derbarê nerîna siyaseta niştimanî, yaku dê li ser pêkhatên Hevbendiya Niştimanî bi armanca lihevkirina li ser wa nerînê, û belavkirina wê wek belgeyeke fermî ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve berçav kirin
Û Komîteya Girêdanên Leşkerî rapora xwe ya meydanî yaku tê de girîngiyê dide rewşa Artêşa Niştimanî ya Sûrî û amadebûnên wê yî leşkerî pêşkêş kir, û tewan û binpêkirinên ku hêzên rijêma Elesed û piştgirên wê dijî sivîlan li deverên rizgarkirî pêktînin berçav kirin.
Û beşdaran di civînê de behsa rapora Komîteya Sendîke û Yekîtiyên Werzişiyê kirin, yaku tê de li ser pêşkêşkirina karên Komîteya Olompî ya Sûrî axivîn, her weha li ser xebata wê di rêxistinkirina karê werzişvanên Sûrî û hevkariya wê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî di çakkirina avahiyên werzişî li deverên rizgarkirî de.
Û amadebûyan behsa guhartina awayê têkliyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî de kirin, û bendin din li ser sîstema têkliyê zêde kirin, daku di desteya giştî de berçav bibe û were pejrandin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî