Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, mirina bizîşk Ednan Elcasim radighîne, wek yekemîn kesên ji kadroyên bizîşkî li deverên rizgarkirî ji ber vîrosa koronayê canê xwe jidest daye.
Bizîşkê wefat kirî Ednan Elcasim ji xelkê gundewarê Dêra Zorê bû, û temenê wî 58 salî bû, li nexweşxana Albab ya Mezin û nexweşxana Elfarabî ya tenduristiya bûyînê wek bizîşkê bêhişkirinê kar dikir.
Em pesna karê xwediyên mantoyên sipî ji bizîşk û birînpêçan û tevaya kadroyên di karta tenduristiyê de dixebitin didin, û bi rêzdarî li pêşiya qurbaniyên ku wan dane ji mînak û nimûneyên dilsoz û pabendiyê tevî berdewamiya metirsiyê li ser jiyana wan, û em hêvê ji xweda dikin ku Elcasim bi dilovaniya xwe li gel pakrewan bipêçe, û dilovaniya xwe li hemû bizîşkên li Şamê û Helebê û deverên din û li dewletên biyaniyê yên canê xwe li wan deveran jidest dane bike.
Em berê xwe didn tevaya xelkê me li deverên rizgarkirî û hemû navçeyên Sûrîyê, ku pêwîstiya pabendiya bidin dûrbûna civakî daku hişyariyê zêde bikin, û em bi nexwaşiyê re di belavbûnê de nealîkar bin, û dibê em wek çeper bin ji siknandina nexwaşiyê re, û am di hilanîna nexwaşiyê de di riya pêgiriya bi temîniyên bizîşkan û rêşûnên xweparastinê alîkar bin, û wê wek edeteke kesane û civakî bikar bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
10 îlon 2020