Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdul Rehman Mistefa, û Wezîrê Berevaniyê, Lîwa Selîm Idrîs, di ahenga bidawîkirina xoleke nû ya Artêşa Niştimanî ya Sûrî de beşdar bûn.
Û di ahinga ku li bajarê Bizaa, yê girêdayî gundewarê Helebê, di bin navê Pakrewanên bajarê Bizaa, lidar ket, rayadarin ji her sê feyleqên leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî û komek ji efser û leşkeran amade bûn.
Û bi vê boneyê hin gotar ji aliyê amadebûyan, û rahênanên leşkerî yên mezin hatin pêşkêş kirin, û serbazan huner û awayên pefçûnê yên ku bi dirêjiya dema rahênanê wergirtine pêşkêş kirin.
Û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûrî Abdul Rehman Mistefa di gotina xwe ya bi vê boneyê de got ku “Ev xola nû dê hêza Artêşa Niştimanî zêde bike, û jêre pitgir be, berevaniyê di ber xaka Sûriyê de dijî dijminan bike, divê em bi hemû hêza xwe amade bin”.
Û di dawîya ahengê de Serokê Hikûmetê pîrozbahiya xwe ji yên rahênan bidawî kirine re pêşkêş kir, û hêviyên serkeftinê di riya ku wan bijartiye ji bo parastina xakê anîn ziman, û Mistefa bal kişand ser giringiya xebatên ku efser û rahêner di vê xolê de pê rabûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî