Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke şêwirdarî li gel kesayetin sûrî yên kurd ên serbixwe di nav zincîrek ji hevdîtinên ku Komîteya Diyaloga Niştimanî ya girêdayî Hevbendiya Niştimanî pê radibe lidar xist, bi armanca gengeşekirina dawîtirîn pêşketinên siyasî û astengiyên şoreşa Sûriyê wek amadekirinê ji pirosesa diyaloga niştimanî ya temamî re.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, serokatiya civatê kir, û herdû Cîgirên Serok Uqab Yehya û Ebdulhekîm Beşar amade bûn, her weha Hevrêzkarê Komîteya Niştimanî Salim Elmislit û Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan, Ebdellh Gedo, Ebdulmejid Berekat, Behcet Eletasî, Zuhêr Îbrahîm Mihemed û Endamên Desteya Giştî Ehmed Tu`imê û Ehmed Remedan û Mihemed Qedah, amade bûn.
Û Serokê Komeleya Serbixweyên Kurd, Ebdulezîz Temo, amade bû, her weha Ebdulrihman Elî, Redîf Mistefa, Hesen Xalid, Usame Elî, Salih Usman, Besam Hac Mustefa, Fewaz Ebu Zêd, Mehmod Elferhan, Usman Husên, Ziya Yosif, Xalid Ibrahîm, Zahîde Reşkêlo, Ela Eldîn Berekat, Ariya Yosif, Mihdî Daood, Reşîd Kekec, Ferhad Şêx Bekir, Muslim Mihemed, Mistefa Misto, Mihemed Elî Îsa, Eseed Şemsî, Edhem Başo, Ebdulrihman Husên, Îbrahîm Başa û Mazin Şêxanî amade bûn.
Û amadebûyan nerîna siyasî ya niştimanî ya Hevbendiya Niştimanî haziriyiyan jêre dike, daku piştî di navbera pêkhatên Hevbendiyê de li ser lihev bikin belev bike gengeşe kirin, û tekezî li ser pirojeya niştimanî yaku tevaya sûriyan kom dike kirin.
Û amadebûyan girîngî dan ku divê têkliyeke erênî di navbera Encûmana Niştimanî û tevaya Sûrîyên Kurd de hebe, û kar li ser dîtina tiştên hevbeş di nerîna siyasî niştimanî ya temamî de bibe, û nerîna Hevbendiya Niştimanî derbarê doza kurdî gengeşe kirin.
Û beşdaran di civînê de behsa doseya Rojhilatê Ferêt û binpêkirinên milîsên PYD li deverê dermafê kurdan berî her kesên din kirin, her weha piştguhkirina pêkhatên din li deverê.
Û Endamên Komîteya Elcezîre û Elferat, karê xwe û hevdîtinên berdewam li gel xelkê parêzgehên Dêra Zorê, Reqayê û Hesekê ji çareserkirina pirsgirêkên deverê wek perçeyek ji çareya temamî li Sûriyê berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî raporên li ser binpêkirinên dermafê kurdan li gundewarê Helebê pêk tên temaşe kirin, û di dema civînê de Serokê Hevbendiyê bi kesê ku giliyê wî bûye re axivî, û li ser şandina kesayetin bêalî bo deverê daku rewşa deverê ji nêz de temaşe bikin lihev kirin.
Û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî, Salim Elmislit, civîn “zelal û erênî” dît, û tekez kir ku civînên weha beşek ji pilana ku komîteyê daniye ne, ji bo xurtkirina pêwendiyan û li gel pêkhatên gelê Sûriyê.
Û cextî li ser berdewamiya hevkarî û hevrêzîyê li gel cûrbecûr pêkhatan û danesîna pirojeya niştimanî û bidûrxistina pirojeyên cudaxwaz yên sûdê li gelê Sûriyî û daoza wî nakin kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî