Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, peywendiyeke telîfonî li gel hejmarek ji penabirên Sûrî yên vê dawiyê gihîştine Somalê pêkanî, daku li hal û rewş û debara jiyana wan bipirse, û di civîna pêwendiyê de Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, Abd Albaset Abdullatif, û herdû Endamên Desteya Siyasî, Salim elmislit, û Mihemed Selîm Elxetîb û Endamê Desteya Giştî, Ednan Rehmon, amade bûn.
Û Elherîrî got ku Hevbendiya Niştimanî li gel Hikûmeta Somalî û Saziyên Navdewletî ji bo dabînkirina pêdviyên Sûriyên nû gihîştine Somalê xebatê dike, daku rewşa guncaw ji rûniştina wan re dabîn bike.
Û Elherîrî li derdeseriyên wan ên derbarê ger û gihîştina wan bo Somalê guhdarî kir, û rewş û pêdviyên wan û dijwariyên ku rastî wan hatine nas kirin, û soz da ku dê li gel Hikûmeta Somalî û saziyên navdewletî ji bo dabînkirina rewşa wan kar bike.
Û ji aliyê xwe ve, Sûriyên li Somalê daxwaza alîkariyê bo gihiştina paytexta Somalê Meqedîşo ji Hevbendiya Niştimanî kir, her weha dabînkirina pêdviyên wan yên mirovahî û pizîşkî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî