Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li rapora Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, derbarê xebat û çalakiyên Hikûmetê di çarîka sêyemîn ji sala em tê de, her weha li pilan û pirogramên tevaya wezaretan guhdarî kir.
Û Mustefa tekez kir ku di vê demê de tevî kirîza koronayê yaku li dunayê tevî belav dibe, û tevî dijwarî û astengiyan û kêmbûna karînên diravî yên bedrest, dîsa jî Hikûmet di kar û pêşveçînên xwe de berdewam e.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, piroje û saziyên xizmetguzariyê yên di çarîka dawîn de vekirine berçav kirin, û li ser hevdîtinên derve li gel balyoz û aliyên navdewletî yên bexşînkar daku piştgiriyê ji bo pirojeyên Hikûmetê li deverên rizgarkirî dabîn bikin axivî.
Û Mustefa şiroveyek derbarê çakbûna rewşa ewlehî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û dît ku ew bi saya karê herdû Wezaretên Navxwe û Berevaniyê ye, yên ku amûr û alavên xwe ji bo rûbirûbûna rêxistinên terorî û bisernekeftina êrêşên wan yên tewankarî li dû hev bipêş xistine.
Û Mustefa got ku Wezareta Berevaniyê di bilindkirina asta hişyariyê li ba Endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî di warê yasaya navdewletî û mafên mirovan de berdewam e, ew jî di riya lidarxistina pirogram û rahênanên cûbecûr ên ku rêvebiriya perwerdeya derûnî pê radibe.
Û Mustefa girîngî da ser rabûna Hikûmeta Demkî bi xurtkirina rola dadweriyê û karê pêşxistina dezgeha polîs bi armanca kontrolkirina ewlehiyê û misogerkirina aramiyê, daku sûdê bigihîne çakkirina ketwarê welatiyan li deverên rizgarkirî.
Û Serokê Hikûmetê li ser karê mezin ê ku Wezareta Tenduristî di rûbirûbûna vîrosa korona de yaku li deverên rizgarkirî belav bûye pê radibe axivî, her weha li ser avakirina tîmeke niştimanî bo vîrosa korona yaku komeke mezin ji sazî û desteyên hikûmetê li rex hejmarek ji saziyên civaka sivîl û kesên çalak di karta tenduristî de di nav de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî