Vê Sibehê Roja Şemiyê Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî di rola xwe ya 52yemîn de bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û amadebûna Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, dest pê kir.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin, û li raporên Serok û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî her weha raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê guhdarî kirin.
Û civîn bi rawestana xuleyeke bê deng û xwendina fatîheyê li ser giyanê pakrewanên şoreşaa Sûriyê, her weha li ser giyanê Endamê Hevbendiya Niştimanî, Mihemed Elnebhan yê ku di heyva bûrî de ji ber pêketina koronayê canê xwe jidest daye, her weha giyanê bizîşkê şehîd Ednan Elcasim yê ku berî bi du rojan di dema rabûna wî bi erkê xwe yê mirovahî li hember vîrosa korona li gudewarê Helebê ji deverên rizgarkirî wefat kirye dest pê bû.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser karê Hevbendiyê di du heyvên bûrî de û pilana cihê hêviyê di warê çakkirina ketwarê Sûriyê de, û xurtkirina pêwendiyan li gel pêkhatên civaka Sûrî axivî, her weha tekezî li ser pişkdarkirina tevaya partî û şepêlên siyasî li Sûriyê ji bo gihîştina nerîneke siyasî ya hevbeş bo çarya Sûriyê kir.
Û Elherîrî şiroveyek li ser siyaseta navdewletî û pêşketinên mezin di meydana Sûriyê de û di pêşî de hêminiya ku berê wek wê çênebûye li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya parastina agirbestê û pêşxistina wê daku bibe agirbesteke bi temamî li tevaya zemînên Sûriyê kir.
Û dît ku agirbest sitûna ku divê kar li ser bibe ye, daku em bighînin çareyeke siyasî ya temamî li gorî biryara 2254.
Û giringî da binpêkirinên milîsên PYD li devera Rojhilatê Ferêt, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî di riya Komîteya Elcezîre û Elferat re û li gel rêvebirî û saziyên dîtir, ji bo rûbirûbûna wan tewanan û eşkerekirina wan kar dike, daku nehêle ew tewan bidomin di riya hin gav û rêşûnan re.
Û Serokê Hevbendiyê cext kir ku tevî nêzîkbûna derbasbûna salekê di ser avakirina Komîteya Destûrî ya sûrî re, lê dîsa jî sernava wê ya diyar berdewamiya astengiyên rijêmê bû, û hez û vîna pêşxistina xebatên komîteyê li ba rijêmê tune bû.
Û Elherîrî li ser pêşxistina karê navxwe yê Hevbendiyê di riya hin rêçan re û di serî de çalakkirina karê ofîs û rêvebirî û komîteyan axivî.
Û pesna Komîteya Diyaloga Niştimanî yaku ji bo lidarxistina hevdîtinan li gel cûrbecûr pêkhatên civaka Sûrî kar dike da, bi armanca xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziyê û gihîştina nerîneke niştimanî ya tevahî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî