Yekîniya Hevrêzkariya Piştgiriyê rapora karê xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re pêşkêş kir, û tê de li ser xebat û pirogramên ku Yekîniyê li deverên rizgarkirî di cûrbecûr aliyan de cîbicî kirine axivî.
Û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Mihemed Heseno, eşkere kir ku yekîne karê xwe di şopandina pêdiviyên mirovahî de û pêkanîna aramiyê li welêt û di hevrêziya li gel tevaya aliyên çalak di warê mirovahî de û xurtkirina pêdariyê û piştgiriya geşepêdana domdar de û xurtkirina paldana ser samanên xwecihî berdewam e, her weha piştevaniya dozên mirovahî û hevrêziyê û dabînkirina piştgiriyê di rewşên awartre de, û piştgiriya saxlemiya zû ji civakên xwecihî re û di warê dubarekirina avakirinê de berdewam e.
Û Heseno bal kişand ku yekînîyê di navbera sala niha de û di cûrbrcûr kartan de li ser 56 yadnameyên têgihîştinên hatine îmze kirin, jê ewlehiya xwarinê û tenduristiyê û fêrbûnê.
Û got ku Yekîniya Piştgiriyê di salên bûrî de girîngî da pirogramên geşepêdanê û dabînkirina pêdviyên sereke di riya piştgiriya pirojeyên geşepêdanî re, wek pirojeya genim, û piştgiriya çandina zeytûn û pateta de, her weha avsînkirina civakê ji nexwaşiyan, di riya helmetên aşlekirinê û navendên aşlekirinên rotinî û pirogramên kêmbûna xwarinê.
Û Heseno li ser piştgiriya yekîneyê ji pirograma jîngehê û avê yaku başbûna avê dişopîne bi armanca dabînkirina ava paqij û ewle û danîna sînorê li hember nexwaşiyên ku di riya avê re têne veguhastin axivî.
Û diyar kir ku beşê yekîneya rêvebiriya agahiyan di yekîneyê de giringî da amadekirina raporên derbarê pêdviyên sereke, nemaze bi fêrkirinê ji bo alîkariya xwediyên biryarê û aliyên piştgir, daku piştgiriyê arasteyî kart û beş û deverên bêhtir hewcedar re.
Û di dû re li ser karê Yekîneyê di piştgiriya Wezareta Tendutistî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo rûbirûbûna vîrosa korona axivî, ger li ser asta dabînkirina amûrên pişikkirinê an l ser asta keresteyên tafîkirinê û beşdariya di tafîkirina navend û avahiyên giştî de be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî