Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Agirê bi kampa Moriya li girava Mîdîllî Lespos ya Yonanistanê ketiye, ew kampa tijî kesên daxwaza mafê penaberiyê dikin, bû sedema birîndarbûna hejmareke ji xwedanên daxwazên penaberiyê, û rûxandina tevaya çadirên di hundir kampê de, ku bû sedema awarebûna nêzîk ji 13 hezar kes ji wan penaberan.
Raporên ji wî welatî tên, balê dikêşînin ser rabûna hin nijadperestan bi karên wêrankirinê û şewtandina hejmarek ji konan, û bû sedema pêketina êgir û belavbûna wî li nav tevaya kampê.
Ev dijminkarî çêbû piştî bi dehan bangewazîyên ku penaberên di kampê de ji desthilatên xwecihî re birêkirine, daku ji bo rûbirûbûna êrîşên nijadperestî û dijminkariyên ku hin nişteciyên xwecihî pê radibin tevgerê bikin, nemaze di warê cudakirin û kiryarên xerab yên ku penaberên Sûrî ji aliyê hin amûrên fermî û asayîşên Yonanistanê dibînin.
Girtina Hikûmeta Yonanistanê ji wan penaberan re li ser xaka xwe di leşkergehên taybet de ku mîna girtîgehê ne, karekî dijî mafên mirovan e, her weha nehiştina wan penaberan ku riya xwe berve dewletên ku dixwazin bigihênê, karekî dijberî Yasaya Navdewletî ya Mirovahî û Yasayên Mafên Mirova ne.
Ji Hikûmeta Yonanistanê tê xwestin ku penaberên gihîştine ser xaka wê wek rîyekê demikî berve dewletên bêhtir ewle de biparêze.
Hevbendiya Niştimanî ya sûrî, ji Civaka Navdewletî, nemaze Yekîtiya Ewropa dixwaze ku berpisyariya xwe derbarê bobelata dermafê kesên li Yonanistanê mane diqewime hilgire, û liveke lezgîn û çalak bikin, daku rewşa xerab li wan leşkergehan bidawî bikin, û xebatê ji bo hêsankirina derbasbûna penaberên li Yonanistanê berve cihên ku ew dixwazin herinê bikin.
Û em di bîra hemû aliyan tînin û dibêjin ger ne ji lawazbûna Civaka Navdewletî ba di warê erkê xwe derbarê gelê Sûriyê, û derbarê rewastandina tewanên ku rijêma Elesed pêk tîne, yên bûne sedem ku Sûrî ji welatê xwe birevin û berve cihên ewle herin, ev tişt çênedibû.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
13 îlon 2020