Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe di civîna rolane ya rula 52yemîn de ji Desteya Gitî ya Hevbendiya Niştimanî re pêşkêş kir, û tê de xebatên xwe yên di çarîka sêyemîn ji salê pêkhatine û pilana karê çarîka dawiyê ji vê salê diyar kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê, Ebdul Ehed Istêfo, bal kişand ser ku nerîna ofîsê girîngî daye xurtkirin û çalakkirina têkliyên Hevbendiyê yên navdewletî û herêmî û berhemênana bercewendiyên hevbeş yên xizmeta armancên şoreşa Sûriyê û nerîna siyasî ya Hevbendiya Niştimanî dikin.
Û raporê bal kişand ser karê ofîsê derbarê retkirina rêkeftina betrolê yaku milîsên PYD li gel kampaniyeke Emrîkî îmze kirine, û beşdariya di helmeta şerê li hember vîrosa korona de, û şopandina doseya sepandina cezayan li ser rijêma Elesed di nav yasaya qeyser de, û rewşa penaber û koçberan li kampên Elhol û Elrikban, û karê dabînkirina bexşanên xwendinê ji xwendekarên Sûrî yên serkeftî re.
Û Istêfo karê ofîsê li ser sitratîciya xebata pêşxistina têkliyên Hevbendiya Niştimanî li gel Emrîka û Yekîtiya Ewropa û dewletên endam di Yekîtiyê de eşkere kir.
Û diyar kir ku ofîsê nûnerin nû ji Hevbendiya Niştimanî re li Yekîtiya Ewroba, Belçîka, Almaniya, Firansa û Emrîka destnîşan kirine, bi armanca çalakkirina têkliyê bi wan dewletan re, di riya navendên xwedan bandor di cihên biryarê de, wek (Wezareta Derve, Komîteya Têkliyên Derve di Perleman de, Navendên Lêkolînê, Alavên Raghandinê û Kesayetên xwedî bandor), her weha çakkirin û xurtkirina têkliyan li gel Revendên Sûrî li wan dewletan.
Û Istêfo Nûnerên Hevbendiyê yên nû pêşkêşî desteya giştî kirn, û ew nûner ji aliyê xwe ve li ser karê ji bo pêkanîna armancên Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina pejirandina navdewletî ji şoreşa Sûriyê mafê gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê re axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî