Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di civînên rola 52yemîn de, rapora karê Desteya Siyasî yaku têde çalakî û biryarên xwe yên çarîka bûrî ya salê û pilana karê çarîka dawiyê ji vê salê gengeşe kir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî, Riyad Elhesen, şiroveyek li ser biryarên desteya siyasî di dema bûrî de bicîanîne, yên ku tê de 7 biryar hebûn pêşkêş kir, û dengdan li ser wan biryaran ji Endamên Desteya Giştî xwest daku piştrast bikin.
Û eşkere kir ku Desteya Siyasî bi rengekî berdewam dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî her weha kar û serkeftinên ofîs û rêvebirî û komîteyan li gorî pilan û nerîna Hevbendiya Niştimanî dişopîne.
Û bal kişand ku Desteya Siyasî di çarîka dawî ji salê de çalakiyên xwe pir kiribûn, û li ser pêşxistina nerîna siyasî dixebite, ji bo bidestxistina lihevkirinê li gel pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ji bo pesindkirinê, û tekez kir ku nerîna nû li gor pêşketinên doseya Sûrî û tevaya biryarên navdewletî û hêviyên gelê Sûrî ye.
Û Elhesen bal kişand ku desteya siyasî gotara xwe ya niştimanî bipêş xist, û li ser cîbicîkirina hin pirojeyan kar dike, û dê li ser hejmarek ji doseyên pilana ku Hevbendiya Niştimanî di dema dahatî de pêkbîne bixebite.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî