Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Bêserûşûnan, rapora kar û çalakiyên xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re di rola wê ya 52yan de pêşkêş kir, û têde girîngî da guhdana têkiliyên bi kes û karên qurbaniyan re.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Bêserûşûnan, Yasir Elferhan, hevkariya desteyê ya sûdedar li gel Komela Jinên ji Zîndanên Esed Rizgar bûne li deverên rizgarkirî berçav kir, û bal kişand ser hevdîtinên girîng ên ji dûr ve di dema bûrî de, yên ku tê de dîdevaniya jinên rizgar bûne wergirtine, her weha li ser rewşa wan û karê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan jinan axivî.
Û Elferhan tekezî li ser guhdana Desteyê bi vekirina Ofîsa Karûbarên Yasayî li gundewarê Helebê ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve kir, û cextî li ser rola vê Ofîsê di avakirina doseyên sizadan û lêpirsîna li gel kesên tevlî tewanan bûne, ji mezntirîn kesayetên rijêmê yên ku tewanên cengê dermafê sivîlan li Sûriyê kirine kir.
Û tekezî li ser berdewamiya desteyê di hevkariya xwe de li gel komîteyên lêpirsînê yên navdewletî û mîkanîzmên Netewên Yekbûyî kir, her weha amadekirina name û yadnameyên yasayî daku hazir bin ji pêşhatên girêdayî bi mafên mirovan li welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî