Komîteya Partiyan rapora karê xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re di civînên rola 52yan de pêşkêş kir, û têde behsa encamên hevdîtinên dawîn yên ku Komîteyê li gel partî û şepêlên Sûrî lidar xistine ji bo xurtkirina hevrêzî û hevkariyê li gel wan kir.
Û Hevrêzkarê Komîteyê, Ebdellah Gedo, diyar kir ku Komîteyê hejmarek ji hevdîtinan li gel partî û şepêlên Sûrî pêkanîn, û bi wan re pilana Hevbendiya Niştimanî û nerîna wê ya siyasî yaku amadekariyê jêre dike daku di rojên dahatî de derxîne, her weha pêşhatên pirosesa siyasî û karên Komîteya Destûrî û berdewamiya rijêmê di retkirina tevlêbûna rasteqîn di çi pirosesê de, û karên gihiştina çareya siyasî li gor biryara 2254, gengeşe kirin.
Û Gedo bal kişand ku Komîte kar li ser çarçovekirina xebat û fraksyonên rikberiya Sûriyê dike, her weha li ser geşepêdana rola wan li Sûriya û dervê, ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyê û bicîanîna hêviyên gelê Sûrîyê yên pêkanêna azadî û rûmet û demoqratiyê.
Û Gedo tekezî li ser rola giring a partî û şepêlên siyasî li Sûriyê û girîngiya pêwendiyan li gel cûrbecûr pêkhatên Sûriyê, û tevlîkirina nivîskar û rewşenbîran, her weha rûbirûbûna tekrewî û tundrewiyê, û bilindkirina asta hişyariya siyasî di nav gelê Sûrîyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî