Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko şanda opozisyona Sûrî li Cinêvê dixwaze Sûriyê ji Rêjîmê û Rûsya û Îranê û milîtanên Îranî yên mezhebperest rizgar bike.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya got ku rêjîma Esed ji danûstandinên Cinêvê yên ko amanca wan misogerkirina operasiyoneke siyasî ya rasteqîne ye ditirse. Bêtir got ko Beşar Elesed ew e yê ko operasiyona danûstandinê têk dibe ji bo desthilatdariyê bike û sûr bimîne li ser çareserkirina ewlekarî û leşkerî.
Yihya yê wek şêwirdar li danûstandinan amade ye destnîşan kir ku şanda danûstandinan dixwaze di rêya danûstandinan re Sûriyê ji hêzên biyanî (Rûsya û Îranê) rizgar bibe, û dibîne ko ew dihêlin Esed tawankariyên cengê bike û çareserkirina siyasî têk bibe.
Îro sibehê gereke nû ya danûstandinên Cinêvê dest pê kir û heta roja înê berdewam e, ji bo operasiyona veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 gotûbêj bikin.
Her weha endamê desteya siyasî Yasir Elferhan got ku rêjîm “pişta xwe bi wan aliyan xurt dike, yên guh nadin biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ji bo çêkirina aştiyê li Sûriyê”, wek amajekirina bi milîtanên mezhebperest yên ko Îran piştgiriya wan dike.
Her weha Elferhan ji Cinêvê tekez kir ko milîtanên li rex rêjîmê şer dikin ew (milîtanin terorist in) û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko şerê wan bike, û dibîne Îran dewleteke mezhebî ye pirojeyekî mezhebî cîbicî dike, û baweriyên xelkê diguhere an jî wan koçber dike ji bo guherîna dîmugrafî pêk bîne.
Û got ku dewleta Îran Sûriya dagîr kiriye û gerek civaka navdewletî pêrabûnan bike tako wê û milîtanên bi ser ve ji xaka Sûriyê derxîne û piransîba dadpirsînê cîbicî bike li ser berpirsên tawankariyan derheqê miletê Sûrî de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî