Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ,sibe pêncşembê li baregehê Netewên Yekbûyî li Cinêvê, dê ligel şandyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora bicive.
Sêf û herdu endamên desteya siyasî Hadî Elbehre û Hewas Xelîl dê digel şandyarê navdewletî operasiyona veguhastina siyasî ya li Cinêvê çêdibe gotûbêj bikin.
Sêf di daxuyaniyeke taybet de îro got ku gihaştina veguhastina siyasî daxwaza me ye ji bo em ji desthilatdariya zordar ya ko rêjîma Esed ji 40 salî ve bi kar tîne rizgar bibin.
Sêf got ku giring e Netewên Yekbûyî bi berpirsiyariyên xwe yên tekûz rabe, û gerek rola wê di operasiyona agirbestê de giştî û tekûz be û bizavê bike ji bo hemû herêmên Sûriyê aram û bê bombebaran bin.
Sêf bal kêşand ser kêşeya girtiyan û got ku ew girintirîn kêşa dê di civîna digel Dî Mistora gotûbêj bibe, û tekez kir ko rêjîm “hêj tawankariyên cengê” di zindanan de pêktîne, û rojane nîşanên wan xuya dibin, û bêtir got: “gerek Netewên Yekbûyî helwesteke diyar derbarê wan tawankariyan bide û tawankaran siza bike”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî