Raporeke ku ji aliyê Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan duh sêşembê derketiye, dibêje ku hêzên Rêjîmê şêweyeke nû “ku ji ber xwe ve derxistiye” di nav koma çekên xwe yên bêserûber, û bi taybetî li herdû taxên Qabûn û Tişrîn bikar anîne, û xelkên wê deverê navê xertûma teqîner li wî çekî kirin.
Û rapora Toreyê behsa naveroka xertûman kir, û dest nîşan kir ku ew bi heybera TNT an jî C4 dagirtîne û dirêjiya wana dighêje nêzî 80 mitran, û di riya makîneyên leşkerî tên berdan, wek paqijkera mayinan ya Rûsî ya bi navê UR77.
û tîma toreya mafnasiyê 16 êrîşên ku ew xertûm têde hatine bikaranîn hejmartine ji nîsana Bûrî de ta Îro, ku 6 kes bi wan hatine kuştin û 30 kesên din birîndar bûne, her weha wêraniyeke berfireh di jêrxaneya taxên Qabûn û Tişrîn de pêk aniye.
Lê yekemîn bûyera ku xertûmên teqîner têde bikar hatine û toreyê di rapora xwe de belge kiriye li taxa Cober ya bakur rojhilatê Şamê di çêriya pêşî de di sala 2014an de bû, lê bikaranîna wî çekî ne pir bû eger bê pîvan bi bermîlên teqîner re ta di sala 2016an de ku pir hat bikar anîn, û hêzên Esed ew li herdû parêzgehên Heleb û Der’a de bikar anîn.
Û raporê tekez kir ku xertûmên teqîner wêraniyeke berfireh bi dehên mitran çêdike, û Rêjîm wan wek çekeke nû di operasyon û bumbebarana taxên niştecihan bikar tîne, û toreyê wêneyên asîmanî bi rapora xwe re belav kiribû , têde qebareya wêraniyê li taxên Qabûn û Tişrîn di dema bûrî de di navbera Sibat û nîsanê de diyar dikirin.
Û Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan bikaranîna bêserûber ji çekan re şermezar kir, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û civaka navdewletî kir ku tevgerek bilez bikin ji bo rawestandina bêşermiya bikaranîna çekan bi vî şêweyî di derheqê gelê Sûriyê de, û her weha dît ku pêwîst e civaka navdewletî ji bêdengiya xwe ya cihê şermê ye der barê êrîşên terorîstî yên Rêjîmê derkeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî