Hin çalakvanan îro li piştînîvro xwepêşandanek lidar xistin bi beşdariya hin endamên desteya bilind ya danustandinan û şanda danustandinkar û endamên Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê li Siwêsra li hindav bargeha NY li bajarê Cinêvê.
Ev rawestandin bi çavdêriya hejmarek ji dayîk û hevjînên girtiyan û li jêr navê “xêzanên ji bo azadiyê” hat lidarxistin, ku ji komek ji xêzanên sûrî yên daxwaza serbestberdana girtiyan ji girtîgehên Rijêmê dikin pêktê, û tekez kirin ku ew daxwazê “bi navê her girtiyekî li Sûriyê dikin û ev daxwaz kesayetî nînin”.
Çalakvanan daxwaza guvaşê li ser rijêma Esed kirin ji bo ” diyarkirina bilez ji navên hemû girtiyên li rex re û cih û çarenivîsên wan, hewiha daxwaza rawestandina eşkencê û serederiya xirab kirin”.
Xwepêşanderan daxwaza derbaskirina rêxistinên mirovî yên navdewletî û alîkariyên mirovî yên bilez û xwarin û derman bo zîndan û girtîgehan kirin, her weha daxwaza çavdêriya rewşa wan ji nêzîk kirin.
Û cext li ser giringiya pûçkirina dadgehên awarte û di serî de dadgehên meydanî û dadgeha terorê û dadgehên şer kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê rêxistinên mafên mirov girtina bi sedhezarên rikaberan û xelkê şoreşger li ser destê dezgehên serkutkar yên rijêma Esed hatine dîkomîntkirin, û kiryarên hovane li dijî girtiyan heta gihiştiye radeya mirinê hatine bikranîn, û 55 hezar wêne yên nêzîkî 11 hezar girtiyan li ser destê efserekî cudabûyî ji rijêma Esed hatin belavkirin û di wan wêneyan de kiryarên kuştinê û eşkencedanê yên Birêkupêk li dijî girtiyan têne xuyakirin.
Li aliyek din, Wezareta derve ya Amerîka belge li ser hebûna kûreheka şewtandina terman li girtîgeha Seydnaya aşkere kiribû, û balkişandibû ku rojane derdora 50 laş ji aliyê peyayên hewlegeriya Rijêmê têne şewtandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî