NY duhî roja sêşembê “nîgeraniya xwe ya mezin” der barê çarenivîsa bi “hezaran sivîlan” yên girtî di girtîgehên Esed de nîşan da, û NY di wê baweriyê de ye ku girtî bi awayekî pîlankirî rastî riftarên tund û nemirovane û kirêt û di nav de eşkencekirin û tundutîjiya sêksî dibin.
Estîvan Dogrîk berdevkê sikirtêrê giştî yê NY li baregeha wê li Niyoyorkê got ku ” bi awayekî herdemî û bi dirêjahiya şeş salan ve, binpêkirinên di derheqê mafên mirov de yên di zîndan û girtîgehên rijêma Esed de dihatin encamdan, ji aliyê desteyên NY ve dihatin ragihandin “.
Hêjayî gotinê ye ku NY di destpêka heyva gulanê ya niha de raporek di bin navê “tundutîjiya sêksî di şer û pevçûnan de” belav kiribû û têde bal kişandibû ser rijêma Esed û rêxistina DAIŞ, ku herdu alî bi awayekî rêbazkirî di dema lêgerîna di hundirê malan de û dema revandin û girtin û lêpirsînê de destdirêjiyên sêksî dikin , û bal kişandibû ku destdirêjî bi awayekî taybet li dijî jinan dibe.
Entoniyo Gotîrîs ji nivîsîngeha sikirtêrê giştî yê NY di rapora xwe ya di sala 2016 de tekez kiribû ku tundutîjiya sêksî wek şêwazekî şer hatibû bikaranîn, ku gelek rewşên destdirêjiya siksî hatin tomarkirin di nav wan de hin rewşên destdiriya bikom, ku li ser destê gelek aliyan li Sûriyê çêbibûn, tevlî tawanên din wek kuştin û dizî û talankirin û koçberkirina neçarî û girtinên nerewa.
Hêjayî gotinê ye ku lêkolînek ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî di demekê pêştir de hatibû encamdan li ser binpêkirinên ku di derheqê girtiyan de di hindurê girtîgehên serbazî yên Rijêmê de dibin, û kesên girtî di girtîgehên Rijêmê de neçar dikin ku destdirêjiyên sêksî bi hevre bikin.
Herwiha Fîlîp Loser rêveberê rêxistina lêborîna navdewletî li Rojhilata Navîn û bakurî Afrîqayê tekez kiribû ku rapora rêxistina lêborîna navdewletî hemû qonaxên derdeseriya wan sivîlan diyar kirine, ji dema girtina wan û ta bi lêpirsîna ligel wan di girtîgehên dergeh kilîtkirî de ji aliyê endamên hewalgeriya bednav û xirab ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat