Rojnameya Guardian ya Birîtanî duhî roja çarşemê di sergotara xwe de nivîsandibû ku Beşar Esed wê nikaribe ji dadgehê rizgar bibe, û nikare nîşanên tawanên xwe veşêr e, wek amajepêkirinê li ser kûrgeha şewtandina termên girtiyan di girtîgeha Seydnaya de ya nêzî Şama paytext.
Guardian tekez kir ku şêwazê şewtandina terman di salên notan de ji sedsala bûrî li Bosna û Hêrsik hatibû bikaranîn, û tawankar piştî çend salan hatin destnîşankirin û dadgehkirin, û got ku “tirsandina milet bi xwe karekî kevine yê malbata Esed”, û piştgiriya rijêma Îranê û Rûsiya karîna wî ya tirsandinê bêtir kiriye.
Rojnameyê dît ku rijêma Esed bi ser ku berpirsyar e di ber xirabtirîn karên qirkirinê yên vê sedsalê de, ew hewl dide şûnmayên tawanên xwe winda bike, bi baweriya ku ew dikare xwe ji siza û dadgehkirinê rizgar bike.
Rojnameyê diyar kir ku hewlên Esed yên ji bo windakirina belgeyên li ser tawanên xwe, diyar dikin ku ew nîgeran e ji ber wan belgeyan, ne wek ew di daxuyaniyên xwe de dibêje, û rojnameyê got ku “bitenê ew fêlbaziyeke ji fêlbaziyên rijêma Esed û ew bi ser nakeve“.
Rojnameyê bal kişand li ser wê yekê ku”dîktatoriyeta Esed ne berbiheviyek cihê pêkenînê ye”, deama hewl bide şûnmayên tawanên xwe wenda bike, ji ber ku ev yek bi rêka wêneyên setelaytên Amerîka yên di ser Seydnaya re hatine tekez kirin.
Guardian nivîsand ku cîhan tev dizane ku sivîl bi bermîlên teqîner ji aliyê hêzên Esed hatine armanckirin, û navçe hatine dorpêçkirin û xelkên wan navçeyan bi tevahî hatine birçîkirin û bajarên pir qerebalix bi mûşekên girad hatine bombebarankirin.
Rojnameyê got ku dibe niha dadgeha navdewletî nikaribe dest hilîne ji ber çend sedeman ku yek ji wan bikaranîna “vîto”yê Rûsiya û Çînê di encûmena ewlehiyê de ye, lê ev yek “nayê bi wateya ku dada navdewletî wê heta-hetayê pûç bimîne“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî