Doh çarşembê bi sedan derbider li gundên başûrê bajarê Minbic derketin xwepêşindanan, daxwaz ji hêzên Rêjîma Esed kirin ko ji gundên wan derkevin, yên ko rêjîmê li gundewarê başûr û rojhilatê bajarê Babê yê rojhilatê bajarê Helebê kontrol kirine.
Derbiderên ko ji gundên xwe derketine ji rêjîmê xwestin ku ji gundên wan derkevin û bihêlin ew lê vegerin ji bo berhemên xwe yê werzê çandiniyê biçinin, her weha xelk li ber rêbenda hêzên Esed li gundê “Ras Eleyn Elhemîr” mangirtin kirin heta ko daxwazên wan bicih bibin.
Xwepêşinderan ji dezgehên ragihandinê re gotin ko hêzên rêjîmê û “komîtên gel ” yên bi ser ve kelûpelên malan û turumbêl û alavên li gundan mabûn dizîne, û hêj hêzên Esed nahêlin xelk li gundên xwe vegerin bi behaneya ko ew herêmin leşkerî yên taybet in û çênabe çi kes derbas bibê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans