Îro roja pêncşemê li baregeha NY li paytexta Siwêsra li Cinêvê, Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ligel herdu endamên desteya siyasî Hadî Elbehra û Hewas Xelîl bi şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora re civiyan, hevdem ligel destpêkirina geşteke nû ya danustandinan roja sêşema bûrî .
Sêf tekez kir ku opozisyona Sûrî tu rolê ji Esed re, ne di qonaxa veguhêz de û ne jî di paşeroja Sûriyê de napejirîne, û got ku dabînkirina veguhestina siyasî giringtirîn karê karnameyê ye, û dît ku ev yek bi xwe dibe “dergeh bo vegerandina ewlehî û seqamgeriyê li Sûriyê”.
Sêf amaje kir ku tawanên Rijêmê ji hemû aliyan şermezar kirîne, û got ku “Em NY li ser vê yekê han didin ji ber ku berdewamiya Rijêmê di pêkanîna komelkujiyan de wê bibe sedema zêdegaviyan bê ku guhdanê bi biryarên navdewletî bike “.
Sêf balkişand ku kiryarên koçbarekirina neçarî li pêşiya çavên cîhanê dibin, û cext kir ku ew kiryar ne rewa ne û bi neçarî dibin, û balkişand ku Rijêm sivîlan koçber dike li şûna cêbicêkirina biryarên navdewletî û rêdana ji bo derbasbûna alîkariyan bo bajar û bajarokên dorpêçkirî ji aliyê hêzên wê ve.
Serokê Hevbendiyê dubare tekez kir ku piroseya siyasî li Cinêv ew pêvajoya serekî ye ji bo dîtina çareseriya siyasî ya li ser binyata daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 e, û Sêf wek amajepêkirinekê derbarê rêkeftina Astana ya dawiyê got ku tawanên li ser destên milîsên Îranê dibin, rê li pêşiya Îranê digirin ku bibe aliyeke gerantor ji her rêkeftinekê re.
Û hevdem tekez kir li ser nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî di danustandinên Cinêv de bi rêka rêeftinek amzekirî di navbera herdu aliyan de.
Şanda Hevbendiya Niştimanî nameyek radestî şanderê navdewletî Dî Mesora kir, ya ku ji aliyê kampaniya ” yên mane rizgar bikin” hatibû, ji bo serbestberdana hemû girtiyan bilez û bicarekê û ne ligor şêwazê pêguherîna dîlan ya ku rijêma Esed rêbaz dike.
Sêf balkişad ku doseya girtiyan ji giringtirîn doseyan e, û pêwîst e bête çareserkirin, bê girêdana wê bi pêşvrçûnên siyasî yên ku niha li Cinêvê dibin û got: “pêwîst e helwestek NY ya zelal der barê tawanan hebe her weha sizakirina kesên ku wan tawanan dikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî