Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku komkujiya herdû taxên Elcora û Elqisor yên sê rojan berdewamirine sala 2012 li Dêra Zorê ji aliyê hêzên Pasvanên Komarî yên girêdayî rijêma Elesed, nimûneyeke tewankariyê ye, sirûştiya rijêmê û opersyonên tolhildanê yên ku rijêm pê radibe dan xuyakirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku ew komkujiya ku li herdû taxên Elcora û Elqisor bi serdariya tewankarên wek Elî Xezam û Îsam Zehir Eldîn û hinên din pêk hatin, û di wê pirosesê de destê leşkeran ji wan re berdan, taku pirosesên kuştin û îşkenca hovane bê çi sînor pêkbînin, bi mebesta tirsandina Sûriyan li seranserî Sûriyê.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku ew komkujî bû sedema kuştina zêdetir 400 kesî, û bi dehan ji wan hatin sotandin û hin jî di gorên komel de hatin veşartin, û termên bi dehan di nav avahiyên rûxandî de hiştin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ku Hêzên Pasvanên êrîşî herdû taxan kirin, û bi katijmêrên sibehê re dest bi pêkanêna komkujiyeke tirsnak kirin, di wê êrîşê de pirosesên bidavekirinên komel ên mezin anîn, û li gor dîdevanên deverê, endamên rijêmê hin xort bi saxî şewitandin, û bi ser de operasyonên kuştina bi gule û kêran pêkanîn.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku Komkujiya herdû taxên Elcora û Elqisor, tewaneke belgekirî ye, û li bal aliyên mafnasî dîdevaniyên hûrbîn derbarê wan hene, û ew bûn perçeyek ji doseyên tewanên ku li Sûriyê pêkhatine, yên divê werin bibîranîn, û daxwaz ji civaka navdewleî bibe, daku berpisyariya xwe derbarê wan tewanan hilgire, ta bighîne sizakirina tewankaran û standina mafê yasayî yê qurbaniyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî