Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, Xoleke fotbolê di bin navê Kûpa Şoreşa Sûriyê li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkîyê lidar dixe.
Û lestika dest pêkê dê sibe yekşemê lidar keve, û dê çar hefteyan dirêj bike, û 16 tîmên nûnertiya Îyaletên başûr dikin yên tê de hejmarek mezin ji penaberên Sûrî hene dê beşdar bin, û lîstik li ser sîstema derketina yê serneketî kiriye be.
Û ev gera leystikan dê guh bide rêşûnên xweparastinê bo nehêlana belavbûna vîrosa korona, û ew di dema bîranîna pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser gelê Sûriyê tê, yaku bûye sedema kuştina bi deh hezaran û awarekirina bi melyonan Sûrî.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, Ebdimejid Berekat, tekez kir ku gelê Sûrî ji cîhanê tevî re diyar kir ku di hemî waran de tevî werzişê lipêş û serkeftî ye.
Û Berekat bal kişand ku ev xola di dema bîranîna dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê hat, yaku bi xem û xwînê mişt e, lê tijî xewin û hêvîyên rizgariya ji vê dagîrkeriya pîs e.
Û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Cemîl Elelî, tekez kir ku ev xol name ye ji cîhanê re ku gelê Sûrî pêgirî jiyanê û daxwazên şoreşa Sûrî û armancên wê ye.
Û got ku vîna me pir bilind e û em li gor şiyanên xwe dixebitin, daku bighînin aştiyê, û daxwazên gelê Sûrî yên azadî û rûmetê pêk bînin, û tekez kir ku gelê Sûrî pêgirî vegera welatê xwe û Werzişgehên wî ye, her weha avahiyên werzişê yên ku rijêma Elesed kirine baregehên leşkerî daku gelê Gûrî bikuje.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî