Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê berî du rojan zarokekî 12 salî birin kampên xwe yên leşkerî li bajarê Efrînê li gor ku çalakvan Mihemed Sîdo ji me re ragihand.
Sîdo da zanîn ku çekdarên PYDê zarokê bi navê Hemîd Ehmed Reşîd ku temenê wî 12 sale ji gundê Dermişkanlê bi ser bajarokê Şêx Hedîda ve ye li gundewarê Efrînê, birin kampên xwe yên leşkerî
Her wiha Sîdo bal kişand ku çekdarên PYDê ta niha bi dehan zarokên temen biçûk revandine û ew birine eniyên şer û gelekan ji wan jî jiyana xwe ji dest dane , Sîdo got: armanca PYDê ji leşgerkirina zarokan ewe ku hejmareke mezin ji leşkeran peyda bike û wan bişînin eniyên şer.
Sîdo diyar kir ku çekdarên PYDê xwe li Efrînê amede dikin ji bo şerê Îdlibê lewra dixwazin herkesî bikin leşker.
Di dawiya gotina xwede çalakvan Mihemed Sîdo ku ji xelkên Efrînê ye tekez kir ku berjewendiyên kurdan ji PYDê re ne girîng in, tenê bi berjewendiyên xwe yên partîtî mijûle.
Jêder: Beşê Kurdî/ Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê