Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê, Mihemed Bin Ebdulrihman Bin Casim Al Sanî, kir, û tê de pîrozbahî dayê li ser nîşankirina Balyoz, Elî Bin Fehed Elhacirî wek Nûnerê Qeterê bo Karûbarê Deverê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola Qeterê ya giring di karê çareserkirina kêşeyan û belavkirina aştî û aramiyê li deverê kir, û xwest ku Qter rolekî mîna wê li Sûriyê bilîze, di riya xurtkirina rola wê di pirosesa siyasî ya Sûrî de her weha handana Komkara Erebî daku xebatê ji bo dîtina çareya siyasî li welêt bike.
Û cextî li ser rola Qeterê di piştgiriya xebatên Netewên Yekbûyî û Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê, Gere Pederson, di gihîştina çareya siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê kir, her weha li gorî biryarên navnetewî yên pê ve girêdayî nemze biryara 2254 û biryara 2118.
Û Elherîrî tekezî li ser rola Qtetrê di hundir Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî de kir, û tekezî li ser xebat û helwestên wê yên pirensîpî û daxwazên bilezkirina çareya siyasî ya berfireh li Sûriyî di warê pêkanîna berjewendî û xwestekên gelê Sûriyê de kir, daku aramiyê li deverê bi temamî vegerîne, ji ber ku çareya siyasî ya berfireh dê bi tenê derdeseriyên gelê Sûrî rawestîne.
Û Elherîrî sipasiya xwe ji dewletê Qeter û gelê wê re li ser helwestên pişgir ji gelê Sûrî û doza wî re di pêkanêna azadî û rûmetê de pêşkêş kir, her weha piştgiriya wê ya herdem bo gelê Sûrî di warê siyasî û mirovahî û yasayî de, nemaze di doseya lêpirsîna tewanên cengê de, dijî wan tewankarên komkujiyên metirsîdar dermafê gelê Sûrî pêk anîne.
Û tekezî li ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo karên hîn bêhtir de ji bo xurtkirin û hevrêzkariyên dikevin xizmeta pirosesa siyasî û pêşdeşûna wê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî