Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî saziya Afad ya Tirkî û Heyva Sor a Qeterî derbarê rewşa giştî ya penaberên Sûrî li Somalê û pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê ji wan re kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya karên ku rêxistina Afad a Tirkî û Heyva Sor a Qeterî pê radibin û li ser rola wan di alîkariya gelê Sûrî û sivikkirina derdeseriyên wan de kir.
Û di nameyê de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî raporin derbarê malbatên Sûrî yên penaber yên ji Sûdan û Esyobiya hatine û gihîştine Hercîsa li Somalê wergirtin, û got ku Ofîsa Karûbarê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî de bi pêwendiyên li gel wan penaberan û belgekirina navên Sûriyên penaber di nav lîsteyên belgekirî de radibe.
Û bal kişand ku ew penaber daxwaza alîkariyê û nemaze dabînkirina cihên razanê û alîkariyên mirovahî di warê xwarin û pizîşkiyên lezgîn de kirin, û daxwaza hêsankirina veguhastina wan li hin deverên Somalê nemaze paytexta dewletê Meqedîşo kirin, daku malbat li hev kombibin, û wek penaberên fermî li Somalê werin pejrandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî