Endamin ji Komîteya Destûrî ji aliyê Desteya Danûstandinan ya Sûrî hevdîtinek li gel xwedî çalakvan û kesayetên civaka Sûrî li Îyaleta Orfa ya Tirkî civiyan, û pê re dawîtirîn pêşhatên pirosesa destûrî ya Sûrî bi siponseriya Netewên Yekbûyî li Cinêvê gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, û Endamên Komîteya Destûrî, Tariq Elkurdî, Mihemed Elehmed, Ebdulmacîd Berekat û Qasim Elxetîb amade bûn.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya vê zincîra hevdîtinên li gel Sûriyên li deverên rizgarkirî û welatên penaberiyê ji bo şêwirdarî û pevguhertina nerînan kirin, û cextî li ser pêwîstiya zelalbûn û eşkerebûna diyalogê kirin.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî dît ku ev hevdîtin hêviyê mezin dikin ji bo pêkanîna hêviyên me wek Sûrî bo welatekî serbest ê azadiya me dabîn bike û rûmeta me biparêze.
Û cextî li ser pêwîstiya ku ewlehî û aştî û xweşiya hevwelatî û mafê wî di jiyaneke baştir de û pêkanîna dadwerî û wekhevîyê , di pêşiya tiştên ku destûr li xwe digre û dewlet pabendiyê pê dike de bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî