Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, û Endamê Desteya Siyasî, D. Bedir Camos, û Berpisyarê Ofîsa Karûbarê Penaberan, Ednan Rehmon, pêwendiyeke telîfonî li gel girtiyin Sûrî di hundir zîndana Romiyê ya Libnanî de lidar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li hal û rewşa girtiyên Sûrî li Libnanê pirsî, nemaze yên zîndana Romyê yaku hejmara herî mezin ji girtiyên Sûrî tê de ne, di dema wergirtina nûçeyên li ser belavbûna mezin ya vîrosa korona di hundir odeyên girtîgehê de.
Û girtiyên Sûrî tekez kirin ku bêhtirê tuhmetên destnîşanî wan girtiyan kirine ne rewa ne, û eşkere kirin ku bi awayekî kotekî hatin girtin, û ew mecbûr kirin tuhmetekê vebjêrin, bi tuhmeta endamtiya rêxistina Daişê an ya Cebhet Elnusra werin dadgehkirin.
Û diyar kirin ku hin Sûrî hene temenê wan ne zêdetir ji 15 sala ne, û ew bi tuhmeta terorê hatine girtin, û bal kişandin ku, desthilatên Libnanî yên di hundirê zîndanê de bi awayekî pîs bi wan re didin û distînin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, got ku Hevbendiya Niştimanî helmeta pêwendîyên siyasî û diplomatîk li ser asta navdewletî dest pê kiriye, bo berçavkirina rewşa gitiyên di zîndanên Libnanê de, û zanîna rastiya tuhmeyên dijî wan girtiyan.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di pêwendiyên li gel saziyên navdewletî û xwecihî li Libnanê berdewam e, daku pêdviyên tevaya girtiyan û nemaze pêketiyên koronayê werin dabînkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî