Piştî bidawîbûna civîneke awarte ya partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê ENKS, herdû endamên emîndariya giştî ya ENKS Beşar Emîn û Mehmûd Mele kongirekî rojnamevanî lidar xist.
Beşar Emîn siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD derbarê girtina nivîsgehên ENKS û partiyên wê û binçavkirina serkirde û endamên ENKSê şermezar kirin, û diyar kir ku ew yek dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd de.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn li Qamişlo di kongirê rojnamevanî de got: “Rast e, em di warê siyasî de ji hev cuda ne, lê ev yek nayê wateya ku em bi vî rengî bêne aramckirin, Gava ew nivîsgeh û endamên me digirin. Gava tirs û terorê di nava gel de çêdikin, ev dikeve xizmeta dijminan de“.
Her wiha Emîn tekezî li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê kir û got, emê di kar û çalakiyên xwe yên aştiyane de berdewam bin “.
Ji layê xwe ve Memûd Mele ragihand ku heval û alîgirên ENKSê dê li welatên derve mangirtin û xwepêşandanan li dijî van kiryaran lidar bixin her wiha ewê li hindur jî nivîsgehên xwe ji nû ve vekin
Tê zanîn ku PYD di girtina endam û alîgirên ENKSê de berdewme û roja 18ê Gulanê endamê Polîtbîroya PDK-Sê Neşet Zaza li Tirbespiyê ji aliyê çekdarên PYD ve hate binçavkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Beşê kurdî