Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê li Efrînê, roja înê, 19-5-2017, pênc welatiyên temen mezin girtin û birin kampên xwe yên leşkerî li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji me re ragihand.
Zeyno da zanîn ku çekdarên PYDê pênc welatiyên ku navên wan: Mihemed Osman(65) sal , Mihemed Sito (60)sal, Midhet Mihemed (60)sal, Mistefa Bekir (40) sal, Semîr Mistefa(38) Sal, girtin û birin kampên xwe yên leşkerî li bajarê Efrînê, û herpênc welatî ji gundê Dar Kêr in, yê bi ser bajarokê Mebetlê ve ye li gundewarê Efrînê, û hevalên ENKSê ne. .
Zeyno tekez kir ku çekdarên PYDê zarokan û kalan û xortan dibe kampên xwe yên leşkerî û hirmeta însanên temen mezin û biçûkan nagire, armanca wan tenê hejmara leşkeran pir bikin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê berî 3ê rojan zarokê bi navê Hemîd Ehmed Reşîd ku temenê wî 12 sale ji gundê Dermişkanlê yê bi ser bajarokê Şêx Hedîda ve ji gundewarê Efrînê, birin kampên xwe yên leşkerî.
Jêder: beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiyê