Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Civata Giştî di Netewên Yekbûyî de û Wezîrên Derve yên Giropa Navdewletî di Bîranîna Pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê Kir.
û Elherîrî di Yadnameyê de tekez kir ku, Rûsiya di piştgiriya rijêma Esed de berdewam e, û pêre tevlî pêkanîna bi sedan komkujî bûye, û bi rijêma Esed re malên Sûriyan rûxandin, û bi milyonan sûrî bûne qurbanî bi kuştin û birîndarkirin û girtin û koçberkirina sivîlan, bêhtirê wan zarok û jin bûn.
Û bal kişand ku Rûsiya di 5 salan de, nekêmtir ji 178 avahiyên pizîşkî û 264 dibistan û 53 bazar û 96 navendên berevaniya sivîl û 170 mizgeft û kinişt û 5 cîgehên şûnwarî û mûzexan û 261 avahiyên xizmetguzarî û pîşesaziyê rûxandin.
Û ji ber ku ev Yadnamey ji belgeyên Gera 75 ya Civîna Giştî ne, Elherîrî daxwaza belavkirina vê Yadnameyê li Ser Nûnerên Dewletên Endam Kir, û daxwaza retkirina pejrandina endamtiya Rûsiya di Encûmana Mafên Mirovan de Kir, her weha berî bikaranîna mafê dengdanê û di dema Civîna Giştî de, ji ber binpêkirinên mezin û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên ji aliyê Rûsiya ve li Sûriyê û Okraniya û cihên din pêkhatine, li gorî pîvanên endamtiyê yaku têde nirxandina rola dewletan di xurtkirina mafên mirovan de û li gorî biryara hejmar 251/60.
Û Elherîrî daxwaza pêşkêşkirina pirojeyên biryaran li hember rûsiya kir, ji ber ku ew aliyeke di kêşeyê de, her weha daxwaza cîbicîkirina beşê şeşê û movika 3 ji madeya 52yan kir, û kar bi deqa movika 3 ji madeya 27an ji peymana netewên yekbûyî bibe, yaku nahêle dewleta wek alî di kêşeyê de ku dengê xwe bide.
Û daxwaza şermezarkirina dijminkariya Rûsîya kir, û pêkanîna rêşûnên piratîkî ji bo rawestandia wê, û rêşûnên çalak yên ku dê bihêlin rijêm û piştgirên wê pabendiyê bi biryarên navdewletî bikin raghînin, her weha rizgarkirina sivîlan li Sûriyê û parastina wan misoger be, û rêşûnên lêpirsînê yên pêwîst biçespînin, daku yên tewanbar ji cezayan rizgar nebin.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya qerbokirina gelê Sûrê kir, ji ber ziyanên ku Rûsiya gihandine wan di warê darayî û derûnî de.
Û xwest ku kar li ser nehêştina nûnertiya rijêmê di dezgehên navdewletî de bibe, ji ber binpêkirinên wê ji pirensîp û peymanên netewên yekbûyê re, an bi kêmanî xebat li ser rawestandina rijêma Esed di warê mafê endamtiyê de li gorî madeyên 5 û 6 ji peymanê bibe.
Û cextî li ser pêwîstiya piştgiriya rêya siyasî da bighîne pêkanîna veguhêza siyasî kir, û xwest ku destûrê nedin rijêmê daku carek din nehêle biserkeve, li gel nerîna ku çareya ji kok de ya kêşeya mirovahî li sûriyê daxwaza gihîştina çareya siyasî ya bi temamî ji daxwiyaniya cinêvê û biryarên encûmena ewlekariyê dike, nemaze 2118 û 2254 û biryarên civata giştî û jê 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî