Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke amadeyî di riya odeyeke telfizyonî girtî re, civînek li gel kesayetên niştimanperwer û siyasî û sivîl ji xelkê parêzgeha Reqayê civiya, ew jî di nav zincîrek ji hevdîtinên ku Komîteya Cezîrê û Ferêt derbarê devera rojhilat pê radibe tê.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Cîgirê Serok Uqab Yehya, û Endamên Desteya Siyasî Bedir Camûs, Salim Elmislit, û Endamê Desteya Giştî Ebdellah Elferec, amade bûn, û derdora 2 kesayetên nûnertiya cûrbecûr pêkhatên parêzgehê amade bûn.
Û ev civîna wek perçeyek ji sê civînên ku Hevbendiya Niştimanî li ser dixebite daku kongirekî berfireh bo devera rojhilat bi her sê parêzgehên Dêra Zorê, Reqayê û Hesekê lidar bikeve tê, ji bo avakirina desteyekê nûnertiya devera rojhilat û xwastekên wan bike.
Û Hevrêzkarê civînê Ebdellah Elferec pêşwaziya amadebûyan kir, û di dû re Cîgirê Srok wek Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat, Yqab Yehya, bi kurtî li ser armanca hevdîtinê axivî, ji ber ku wek amadekariye ji hevdîtinên şêwiradrî yên berfireh re, daku komîteyeke nûnertiya parîzgehê dike hilbijêrin, di riya gihîştina komîteyek yekrêz a nûnertiya her sê parêzgehan bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser rewşa Sûriyê giştî û asoyên pirosesa siyasî û pêşketinên rewşê li devera rojhilat pêşkêş kir, û tekez kir ku pirosesa siyasî û karên Komîteya Destûrî ya Sûrî di gerên cinîvê yên borî de rastî astengiyan hat, û rijêm di çarçoveya berdewamiya rêbaza paşxistinê de ye, daku çareya leşkerî ya xwîndar bisepîne.
Û bal kişand ku devera rojhilatê Ferêt hîn rastî tewan û binpêkirinan ji aliyê milîsên PYD tê, ew jî di nav pirojeya ku gefê dide ser yekîtiya gelê Sûriyê û yekîtiya xaka Sûriyê de tê, û tekezî li ser pêwîstiya karê bi hev re ji bo rûbirûbûna wê pirojeyê kir, û cext kir ku çi çareserî li deverê nayên cîbicîkirin bêyî bidawîkirina hebûna rêxistina PKK ya terrorist li Sûriyê.
Û amadebûyan tekez kirin ku nişteciyên deverên rojhilatê Ferat ti diyalogan napejrînin ger yekîtiya welêt li deverê neparêze, her weha vegera derbider û koçbran bo deverên xwe misoger bike, û bihêle ku xelkê deverê rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin.
Û xelkên Reqayê şiroveyek li ser ketwarê xerab yê parêzgehê ji ber berdewamiya pêkanîna tewan û binpêkirinan dermafê sivîlan û dorpêçkirina nişteciyan û nehêlana derbirîna nerînan pêşkêş kirin, her weha hewildanên bidûrxistina pêkhatên din ji deverê.
Û amadebûyan hejmarek ji pêşniyarên ku dê di dema dahatî de kar li ser bibe pêşkêş kirin, û cextî li ser girîngiya berdewamiya van hevdîtinan li gorî pirogrameke zelal daku bighînin pişkdariyeke rasteqîn û çalak li gel Hevbendiya Niştimanî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî