Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sersaxiya gelê Kiwêtê û rayedarên wê yên nû bi boneya koçkirina mîr Elşêx Sebah Elehmed Elcabir Elsebah rihma xweda lêbe kir, di riya serdaneke meydanî bo qunsilxaneya Kiwêtê li bajarê Istanbolê.
Û şand ji Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif û Endamên Desteya Siyasî, Bedir Camos û Ehmed Remedan û Selîm Elxetîb pêk dihat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimamnî di doseya sersaxiyê de li qunsilxaneya Kiwêtê sersaxiyeke destnivîsî bi navê gelê sûrî nivîsand, û têde hestên gelê Sûrî derbarê gelê Kiwêtê yê bira û rayedarên wê anîn ziman, û rêzdariya xwe ji helwestên Kiwêtê yên piştgirê doza gelê Sûrî di civak û saziyên navdewletî de diyar kir.
Û tekezî li ser têkliya kûr di navbera herdû gelan de kir, û hêviyên serkeftinê ji Mîrê Kiwêtê yê nû Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsibah re xwestin, ji bo xêr û geşepêdana Kiwêtê û gelê wê yê bira.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî