Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, hevdîtinek şêwirdarî li gel Encûmena Sendîkeya Navendî ya Parêzerên Sûrî yên Azad, li baregeha Sendîkaya Navendî lidar xist.
Û di Hevdîtinê de Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, Yasir Elferhan, û Endamên Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li hundir, û Neqîbê Parêzerên Sûrî yên Azad Mehmod Hadî Elnejar, û Endamên Sendîkeya Navendî amade bûn.
Û di hevdîtinê de li ser pêşdebirina rêyên hevkariyê di dozên yasayî de, û rabûna bi karên hevbeş di doseyên mafên mirovan de axivîn, her weha şopandina tewanbarên cengê yên tewan dermafê gelê sûrî kirine, ji rayedar û kesayetên rijêma Esed û giropên terrorist.
Û Neqîbê Sendîkeyê Mehmod Hadî Elnejar, li ser mîkanîzmên lidarxistina hilbijatinan bi awayekî rewa û pêwîst, di riya şaxên encûmenan re û paşre hilbijartina endamên kongirê giştî yên Sendîkeya Navendî axivî.
Û ji aliyê xwe ve parêzerên birêz li ser rola girêngiya hevkarî û hevrêziya li gel Hevbendiya Niştimanî axivîn, ji bo bergiriya dozên rewa yên gelê sûrî.
Û Parêzer Yasir Elferhan tekez kir ku ji mafê Sendîkeya Parêzerên Sûriyê yên Azad e ku Endamtiya Sûriyê di Yekîtiya Sendîkeyên Parêzerên Ereb de werbigre.
Û Elferhan wek kesekî di sendîkeya parêzeran de cextî li ser guhdana bi hevkarî û hevrêziyê li gel parêzeran kir, ji ber ku ew yek ji basikên dadweriyê ne, ji bo ku bi erkê berevaniya di ber bêgunehan de rabin, her weha dabînkirina mafên qurbaniyan li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî