Komîteya Karê Destûrî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, qonaxa yekemîn ji xebatên xwe bidawî kir, û encamên ku ew gihîştinê li pêşiya Serokê Hevbendiya Niştimanî berçav kirin, berî ku di desteya giştî de bibe biryar.
Û Hevrêzkarê Komîteyê, Riyad Elhesen, ragihand ku karê danîna nerîna Hevbendiya Niştimanî ji bo pêşeroja Sûriyê bo Komîteyê hatiye sipartin, weke zemîneke danûstandinê ji bo gihîştina destûrekî nû di pirosesa siyasî de, yaku Netewên Yekbûrî siponseriya wê dike, ji bo cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên encûmena ewlekariyê 2118 û 2254.
Û diyar kir ku Komîteyê qonaxa yekemîn bidawî kir, yaku tê de kurteka gengeşeyên destûrî derbarê dozên sereke wek: navê dewletê û cûreyê sîstema hukimdariyê û zimanê fermî û al û sirûda niştimanî û mercên serokatiya dewletê, her weha jêderên yasayê û tiştên grêdayî rewşa kesayetî di zagonên dewletê.
Û berdewamkir û got ku Komîteyê di karê xwe de “taybetmendî û hêmanên bingehîn ên Komîteya Destûrî” yên di belgeya raghandina avakirina komîteya destûrî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatine, ji bo bicîkirina her 12 pirensîpên jîndar di destûrê nû de, û vekolînkirina ezmûnên destûrî yên sûrî yên berê, berçav girtin, her weha pabendiya bi endamtiya dewleta Sûrî di Netewên Yekbûyî û Kombenda Erebî û saziyên navdewletî yên dîtir de.
Û Elhesen got ku Komîteyê dest bi qonaxa duyemîn ji karê xwe bo gihîştina nerîneke destûrî derbarê beş û madeyên din kir, yên dê hêviyên gelê Sûrî bicî bînin, û daxwazên wî bo destûrekî serdemî yê qonaxa sitemkariyê yaku welat di 50 salên borî de têre derbasbûye bidawî bike, ew salên ku malbata Esed dest daniye ser desthilatê, û divê destûrê nû nehêle dewleta dîktatoriyê vegere.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî