Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Danîmarkê, Cîbî Kofod, derbarê rewşa penaberên Sûrî li Denîmarkê kir.
Û Elherîrî diyar kir ku hin penaberên Sûrî li Denîmarkê pêwendî li gel Hevbendiya Niştimanî kirine û li ser zêdebûna penaberên Sûrî yên belgeyên îqametê yên taybet bo wan nehatin nûkirin axivîn, û gotin ku ferman ji aliyê Rêvebiriya Koçberiyê ya Danîmarkî derbarê bidûrxistina hinan ji wan penaberan ji Denîmarkê derketiye.
Û bal kişand ku derketina vê biryarê dê jiyana penaberên Sûrî tûşî metrsiyan bike, ew jî heman xeternakiyên ku ji ber wê ji Sûriyê derketine ne, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi diltengiyê hest dibe derbarê van tiştan, nemaze ku pîvanên ku ji bo vegerandina penaberan li gorî biryarên têkildar hatine danîn , dibêjin ku divê veger ji ber xwe ve û ewle û bi rûmet be.
Û Elherîrî bal kişand ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna Holenda di vî warî de, yaku siyaseta xwe derbarê parastina penaberên Sûrî wek xwe hêşt, ji bilî derbarê kesên diyar bûye ku metirsî li ser jiyana wan tune ne dema vegerin Sûriyê, çimkî ji ber xwe ve vegeriyane Sûriyê, û ji Sûriyê derketine bêyî ku ti ziyanê bibînin, her weha kesên nirxandina rewşa wan diyar kiriye ku di çalakiyên piştgiriya rijêma Esed de beşdar bûne.
Û Elherîrî daxwaza pêngavên lezgîn û piratîkî ji Hikûmeta Danîmarkî kir, daku wan biryar û rêşûnên Rêvebiriya Koçberiyê ya Danîmarkî deranîne rawestînin.
Û xwest ku vegerin siyaseta berê yaku parastina penaberên Sûrî dabîn dike, da vegera wan ewle û bi rûmet be, li gorî pîvanên desteyên navdewletî yên têkildar be.
Û cextî li ser girîngiya berdewamkirina piştgiriya pirosesa siyasî ji bo pêkanîna çareya siyasî ya tam di riya cîbicîkirina tevaya biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 kir, ji ber ku ew takerêya veguhastina siyasî ya rasteqîn û aştiyeke domdar e, bo Sûriya û deverê.
Û daxwaza pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo misogerkirina dabînkirina jîngeheke ewle û bêalî daku di riya wê re çareya siyasî pêk were kir, û got ku ew cîgeh pêwîst e ji bo vegera bi dilê xwe û ewle û rûmetdar ji tevaya kesên aware bûne re, tevî penaberan, û tekez kir ku çi axaftin li ser vegera penaberan berî gihîştina çareya siyasî ya rewa; pilana Rûsî ya di havîna sala 2018an bo vegera penabera dibîr tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî