Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Nûnerê Keneda yê herdem li Netewên Yekbûyî, Robert Ray, lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê kir, ev kar jî li rex civatên Giştî yên Netewên Yekbûyî yên gera 75an de tê.
Û di Hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulehed Istêfo, Endama Desteya Giştî, Dîma Mosa, û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyê Meryem Çelebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka Qiteybe Idlibî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser rewşa giştî li Sûriyê û nemaze rewşa meydanî û komkirina leşker yaku rijêm û piştgiriyên wê li bakurê Sûriyê pê radibe pêşkêş kir, û bal kişand ku rijêm hîn xwe dispêre çareya leşkerî ya xwîndar, û ev yek dê astengiyan ji berdewamkirina pirosesa siyasî û karê komîteya destûrî re derxe.
Û daxwaz kir ku divê rolekî çalaktir ji Netewên Yekbûyî di gihîştina çareya siyasî li Sûriyê di riya cîbicîkirina tam ji biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 re hebe.
Û pêşniyar kir ku divê milîsên rijêmê yên mezhebî wek rêxistinên terorî werin dîtin, û Hevpeymaniya Navdewletî berfireh bibe daku welat jê rizgar bibe, û kar li ser çalakkirina benda Yekîtî ji bo Aştiyê çêbibe, ji bo vetoya Rûsî ya ku astengiyê di Encûmena Ewlekariyê derdixe li paş xwe bihêle.
Û li ser rewşa penaberên Sûrî li Libnanî û Somalê û Îraqê û Yonanistanê û Danîmarkê axivî, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya wan û nehêlibin ku destdirêjî û binpêkirin dijî wan pêkwerin kir, û bal kişand ku gihîştina çareya siyasî li Sûriyê dê pirsgirêka penaberan bi awayekî tam çareser bike.
Û şiroveyek li ser rewşa mirovahî ya dijwar li welêt û nemaze di dema belavbûna vîrosa korona de pêşkêş kir, û daxwaza piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser pêwîstiya gihîştina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê ji hewcedariyan re.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Keneda bal kişand ku welatê wî rewşa mirovahî li Sûriyê berçav digire, û tekez kir ku Encûmena Ewlekariyê ji ber vetoyê Rûsî ve hatiya rawestin, û cextî li ser pêwîstiya gihîştina demoqratî û dewleta azadiyê û hikûmeteke aram li Sûriyê kir, her weha bidawêkirina bobelata li wê derê çêdibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî