Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, pîrozbahiya gelê Almanî û Hikûmeta Almanîya bi boneya yekbûna Almaniya kir.
Ev pîrozbahî di riya nameyekê re arasteyî Wezîrê Derve yê Komara Almaniya Yekgirtî, Haiku Mas, kiriye, û têde got“bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî û bi navê gelê Sûrî, bi boneya Roja Yekbûna Almanya, xweşhal im ku gel û Hikûmeta Almaniya pîroz dikim“.
Û Elherîrî careke din tekezî li ser spasiya Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî bo Almaniya li ser pêşwaziya penaberên Sûrî kir, her weha sipasiya wê li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji kesên ziyan dîne re û piştgiriya wê ya siyasî bo şoreşa Sûriyê kir.
Û hêviyên xwe anîn ziman û got: “Hêvdar im welat û gelên me aştî û geşepêdanê bibîn in, û tengasiya gelê Sûrî bi piştgirî û hevkariya comerdane ji aliyê Komara Almaniya Yekgirtî ve bi dawî were”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî