Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Roja cîhanî ya mamosteyan, bone ye ji bo dibîranîna civaka navdewletî da bi berpisyariya xwe derbarê karta hîndariyê bi awayekî giştî û mamoste û şagirt û xwendekaran bi awayekî taybet li Sûriyê rabe.
Deh Salên bûrî pirojeya wêrankirina rêbazkirî dermafê karta hînkirinê li Sûriyê pêkhat, û bombebarana ku rijêma Esed û Rûsiya dijî dibistan û navendên hînkirinê pêkanîne û ta niha didome, pilaneke hewildanê ye ku Sûriyê bikin cihê nezanî û tariyê, û rê li pêşiya saziyên gelê Sûrî û saziyên şoreşê bigrin, daku nehêlin bi rola xwe di avakirina nifşekî azad û rewşenbîr da Sûriyê ava bike rabe.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hejmarek ji saziyên hînkirinê xebatin mezin dikin, ji bo ku warên hînkirinê yên heyî biparêzin, û çak bikin û rahênana bêhtir bo kadroyan bikin, daku wan saziyên bedrest wek tê xwestin bikar bînin.
Û tevî hemû xebatên dibin, lê hîn pir piştgirî têne xwestin, nemaze di rewşên tenduristî yên girêdayî bi bêtara korona û bandora wê li ser pirosesa siyasî de, û pêwîstiya dabînkirina alavên pêwendiyê û kuputer û telîfonan heye, ji bo karibin ji dûr ve pirosesa hînkirinê bişopînin.
Hînkirin dergeheke berve pêşeroja welêt û deverê ye, û ger di vî warî de em biser nekevin tê wateya têkçûna dibe ku bi deh salan berdewam bike, û divê xebat û piştgirî duqat bin, û civaka navdewletî û herêmî bi awayekî cidî erk û berpisyariyê hilgire.
Silav li mamosteyan re, rêz û hurmet ji xebat û pêdarî û berdewamiya wan re, di pêgirtina pêkanîna nameya xwe û amadekirina nifşên Sûriyê ji pêşerojê re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
05 çirya pêşî 2020