Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, Yasir Elferhan, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, hevdîtinek li bajarê Ezazê li gel Serok û Endamên Komeleya Guhdana Girtî û Malbatên Wan bi amadebûna Rayedarê Polîsên Leşkerî yê Azad Emîd Ehmed Kurdî lidar xist.
Û amadebûyan rewşa girtiyan di zîndanên Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, û karê komeleyê di warê guhdana girtiyan û malbatên wan de, û serraskirina riftarên wan daku endamin Sûrî çalak bin di civakê de piştî derketina wan ji girtîghan gengeşe kirin.
Û Serokê Komeleyê, Mihemed Kihêl, li ser rola Komeleyê di serdana zîndansn û temaşekirina li rewşa girtiyên di zîndanan de û li ser pêşkêşiya piştgiriyê ji wan re axivî, û tekezî li ser bidestxistina wan ji mafên yasayî re di riya parêzerê taybet bo berevaniya di ber xwe de kir, her weha guhdana malbatên girtiyan ta derketina wan ji zîndanan.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Bêserûşûn û Girtiyan, Yasir Elferhan, pesna Komeleyê û rola polîsê leşkerî yê azad di hevkariya li gel Komeleyê û destûrdana ku Komele bi erkê xwe derbarê girtiyan rebe da.
Û bal kişand ku zîndan navendên çakkirin û sizakirinê ne, û tekezî li ser pêwîstiya ku divê ev zîndan rûmeta mirovahiyê, ku girtî tewanbarbin jî, biparêze, her weha dadgehkirineke rewa û sizayên pêwîst dermafê yên tewan dubare kirine lidar bikeve, ji bo parastina civakê û vegerandina mafên qurbaniyan.
Û cextî li ser pêwîstiya kar ji bo çakkirina rewşa zîndanan û girtiyan li deverên rizgarkirî û cîbicîkirina vê tecrûbeyê li ser tevaya zîndanan kir.
Û amadebûyan li ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê û karê ji bo belavkirina vê tecrûbeyê lihev kirin, li gorî pirensîpên şoreşa Sûrî û yasayên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî